#Möchte helfen – Kurdisch

Derbarê Me de

Em xwendakarên Zanîngeha Mainzê ne ku ji beş û serdemên cuda cuda gihiştîne hev. Armanca me ew e ku em derbarê Dadmendîya Penaberan- û Bîyanîyan de bêpere(herwe) şêwirmendîya hiquqî bikin. Bi rêya bernameyên taybet ên perwerdehiyê xwendekar di derbarê  Dadmendîya Penaberan- û Bîyanîyan de him bûn xwedî agahî him jî gihiştin wê astê ku bişên van agahîyên xwe di pratîkê de bikar bînin. Bi vê rêyê me xwest ku dema xwendekar rastî pirsgirikekê hatin bişên agahiyên xwe yên teorîk bikar bînin û herwiha bişên bi civaka me re pêtir lihev bikin. Bo mînak em dikarin bêjin ku heke li derdorên fermî rastî pirsgirêkan hatin ji bo çareseriyê em ji dil dikarin bibin alîkar. Herwisa yek ji mebestên me ên sereke ye ku em ê ji bo ku pêşdarazîyên li dijî penaberan ji holê rabin bixebitin.