#Brauche Hilfe – Kurdisch

Refugee Law Clinic kîjan xizmetan pêşkêş dike?

Bi vê bernameyê bi rêya xwendekarên ji beşên cuda û bi taybetî ji bo vî karî hatine perwerde kirin wê bişên pirsyarên we yên derbarê dadmendîya penaberan de bibersivînin.  Komek ji du şêwirmendan pêktê. Xizmeta şêwirmediyê bi şertê?*6 RDGyê bi rêya parêzerên supervîzor pêk tê. Yanî parêzerên me yên ku piştevaniya xwendekaran dikin hene. Di amadehiya îfadeya li Gerîngeha Koçberan a Federal de û di hemû kar û barên penaberiyê de herwiha di pevgihana malbatî, herwiha agahdarkirina tehmînî ya dayîn û nedayîna statuya penaberiyê jî di nav xizmetên me de ne. Di derbarê hiquqa ceza û hiquqa taybet de şêwirmendiya me heye. Lê belê bi taybetî em dixwazin bêjin ku li hember darêzgehîyê  em tu kesî temsîl nakin û dosyayên dewayan amade nakin. Şêwirmendên me ji bo ku xizmeta şêwirmendîyê bikin şeş mehan di derbarê  Dadmendîya Penaberan- û Bîyanîyan de bi taybetî perwerdehî dîtine. Herwiha em bi taybetî dixwazin bêjin ku şêwirmendîya me nahê wê menayê ku parêzer ji we re ne lazim e.

Kî/kê dikare ji xizmeta şêwirmendîyê sûd wergire û heqê wê çend e?

Hemû penaberên li derdora Mainzê  dijîn dikarin sûd ji şêwirmedîyê wergirin. Ji bo ku penaber sûd ji şêwirmendîyê bigrin; ol, cinsîyet, temen, reng, nîjad qet mihîm nîne.  Şêwirmendî bêpere(herwe) ye. Lê heqe hewcedariyek bi parêzer hebe dibe ku bi peretî be û ne mimkun e vî pereyî em ji kîsê xwe bidin. Bi rêya telefon û Facebookê em şêwirmendiyê nakin.

Li kû û kengê xizmeta şêwirmendiyê pêktê? Ez ê xwe çawa bigihînimê?

Wekî rêbaz xizmeta şêwirmendîyê li navnîşana Housing Area Finther LandstraBe Gonsenheim tê pêşkêş kirin. Ku hewce bike piştî randevûya ewil, randevûyên din jî tên dayîn. Heke pêwîst be li kampusa Zanîngehê, li RLC Mainz buroyê xizmeta şêwirmendiyê tê pêşkêş kirin.

Randevûyên me yên dahatûyê:

Sêşem, 09.05.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 26.05.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
Sêşem, 06.06.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 30.06.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
Sêşem, 4.07.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 28.07.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
Sêşem, 01.08.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 25.08.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
Sêşem, 05.09.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 29.09.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
Sêşem, 10.10.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de
În, 27.10.2017, di navbera saet 10:00 û 14:00'an de

Ji bo ku hûn ji xizmeta şêwirmendiyê sûd wergirin divê hûn ji berê ve serlêdanê xwe bikin.

Ji bo xizmeta şêwirmendiyê ez ê çawa serlêdanê bikim û belgeyên pêwîst kîjan in?

Bi tenê kesên ku belgeyên xwe yên serlêdanê bi temamî dagirtî û navnîşana xwe ji me re gotî dikarin sûd ji xizmeta şêwirmendiyê wergirin. Serlêdana bi rêya telefonê vêga ne mimkûn e. Dema ku hûn alîkariyê bixwazin  wek rêbaz şêwirmendên me di nava du-sê rojan de wê di derbarê qebûlkirina serlêdana we, wext, cih, dîroka wê de agahî bide we. Ji bo randevûyê hindî ku ji me bê em ê daxwazên we bînin cih bes em ji bo vêya soz jî nadin. Ji bo ku şêwirmendên me xizmeteke baş pêşkêşî we bike divê hûn forma qeydê bi rêkûpêk dagirin. Herwiha heke hûn nasname û hemû  pevnivîsên ku heta vê rojê gihiştine destê we bi xwe bînin wê xizmeteke baştir ji we re bê pêşkêşkirin.